1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Xetera mezin a li Pêşîya Misilmanên Rohîngyayê
Xetera mezin a li Pêşîya Misilmanên Rohîngyayê

Xetera mezin a li Pêşîya Misilmanên Rohîngyayê

A+A-

 

 

Ji ber baranên mûsonê şîp û lehî û şemitîna axê, li koçberên Rohîngyayê yên li kampên herêmên başûrê Bangladeşê gefê dixwe.

 

Li gora haydarîya Reuters (Royterz)ê, ji paşîya meha tebaxa 2017ê heta vêge hema hema 700 hezar misilmenên Rohîngyayî ji ber kiçîmên-êrîşên xwîynî yên sepeya-ordîya Myanmarê û hêzên wê yên ewlehîyê neçar man xwe biavêjin Bangladeşê.

Koçberên Rohîngyayî yên li kampên tixûbên-sînorên Bangladeşê ne, di odeyên banê wan ji bambû çêkirî û yên plastîk ên girtî yên piçûk de di şert û mercên gelek zehmet de dijîn.

Li Bangladeşê her sal di vê demsala salê de baranên mûson dibin sebebê şîp û lehîyê û şemitîna axê.

Kampên koçberên Rohîngyayî jî li deverên herî barankêş in.

Li gora raporta YM (Yekîtîya Milletan), bêtirî 100 hezar koçberên Rohîngyayî bi geya lehî û şemitîna axê rûbirû ne.

Li Bangladeşê baranên mûson di meha nîsanê de dest pê dikin û di meha temûzê de derdikevin tenga herî pirr.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

                

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.