1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Xelq xwarin û vexwarinê vedişêre!
Xelq xwarin û vexwarinê vedişêre!

Xelq xwarin û vexwarinê vedişêre!

A+A-

 

 

 

Piştî bahoza Emmayê ya li Îngîltereyê xistî xelq di peydekirina pêdivîyên xwe yên hîmî de êdî zehmetîyan dikişîne.

Ji ber rewşa neyînî yahewayî refên dikanên ku nikarin berheman tedarik bikin,hema hema bi temamî vala bûne.

 

Pispor dibêjin ku zirara ku rewşa dijwar a zivistanê daye îqtîsada Îngilîzan dibe bigihîje bi milyara sterlînan.

Li hin bajaran bilindîya berfê bêtirî metreyekê ye û hat danzanîn ku berfa bê rawestan barî û bahoza peydabûyî dike ku çûn û hatin pirr têk çûye.

Ji ber bêtirbûna welatîyên kubi sebebê têrnekirina stokan nikaribûnpêdivêyên xwe yên hîmî yên xwarin-vexwarinê yên wek nan, zerzewat, mêwe û şîr bi dest bixin di tevahîya welêt de panîk derket.

Ji bilî van, borîyên avê yên ji ber bahozê teqîyayî jî kirin ku welatî bê av man.

Dezgeha bajarvanîya (beledîyeya) Crowborough (Krowbrou)ê ji bo kêmkirina ezîyetê bi qamyonan ava vexwarin belav kir.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

                   

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.