1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Xaminêyî: Ti encamek ji danûstandina bi Amerîkayê re dernakeve
Xaminêyî: Ti encamek ji danûstandina bi Amerîkayê re dernakeve

Xaminêyî: Ti encamek ji danûstandina bi Amerîkayê re dernakeve

A+A-

Rêberê Komara Îslamiya Îranê, Ayetullah Elî Xaminêyî dijatiya xwe ji bo her core gotûbêj û danûstandineke rayedarên Îranê li gel Amerîkayê anî ziman û tekez kir, ti encamek ji danûstandina bi Amerîakyê re dernakeve.

Îro Yekşemê, rojek beriya 40mîn alvegera rehînegirtina diplomat û karmendên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tehranê, Rêberê Komara Îslamiya Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî gotarek pêşkêş kir û têde careke din tekezî li ser wê yekê kir, ku ew danûstandina bi Amerîkayê re red dike.

Elî Xaminêyî diyar kir, ewên dixwazin ji bo çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjê bi Amerîkayê re bikin, şaş in ji ber ku ti encamek jê dernakeve û Amerîka ji gotina xwe nayê xwarê.

Xaminêyî, weke mînakek derbarê nebûna baweriya xwe bi Amerîkayê, amaje bi gotûbêjên Amerîka û Koreya Bakur kir û ragihand, wan pesnê hev dan û wêne girtin, lê belê Amerîkayê kêmekê jî ceza ji ser wan nerakir.

Rêberê Îranê wiha axivî: “Amerîkaya ji xwe razî ku minetê li ser serokên welatan û berpirsên welatan dike ku li gel wan biaxive, bi salane têkez dike li gel rayedarên Komara Îslamî danûstandina bike, lê Komara Îslamî xwe ji vê yekê bi dûr digre, ev yek ji bo amerîka gelek giran e. Girîngtirîn bersiv ku Komara Îslamî bo pîlanên Amerîka hebûye, dixwazim hûn ciwan girîngiyê bidin vê mijarê, girîngtirîn bersiv ev bûye ku rêya careke din nifûza siyasî ya Amerîka girtiye. Ya me danûstandin qedexe kiriye û em dibêjin danûstandinê nakin û danûstandinê nakin, yek ji xal û alavên rêgirî li hatina Amerîka ye.

Qedexekirina danûstandinan tenê kareke girêdayî hest nîne, lê mentiqeke bihêz li pişt xwe heye. riya nifûza dijmin digre û hejmûnî û mezinahiya Komara Îslamî nîşanî cîhanê dide.

Hindek kes wisa dibînin ku danûstandin li gel Amerîka wê pirsgirêkên welat çareser bike, eva şaşîtiyeke mezin e, ew %100 şaş in. Eger em biçine ser maseya danûstandinan, dê aliyê hemberî me vê yekê weke serî tevandin bibîne. Dixwaze bêje, di dawiyê de mekarî bi givaşên abûrî û bi dorpêçên gelekî tund serê Îranê bitewînin û bînin ser maseya danûstandinan. Di dawiyê de jî tu îmtiyazekê nake me, ez vê yekê ji we re bêjim, eger berpirsên Komara Îslamî li gel berpirsên Amerîka danûstandin bikiriban, tu tiştek bidest nedixistin, û ne dorpêç kêm dibûn, ne givaş kêm dibûn. Eger di cih de dest bi danûstandina bihatiba kirin, wê tiştên nû jî derxistiban holê û tiştên nû ji bo sepandinê daban pêş.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.