1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Xamaney: Hebûna me ya li herêmê ne karê Amerîkayê ye
Xamaney: Hebûna me ya li herêmê ne karê Amerîkayê ye

Xamaney: Hebûna me ya li herêmê ne karê Amerîkayê ye

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney got ku Tehran dê mijara hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn li gel Ewropa û Amerîkayê gotûbêj neke.

A+A-

 

 

 

Li gorî Ajansa Mehrê ya Îranê, Xamaney îro pêncşemê got: "Dewletên ewropî tên Tehranê û dibêjin ku dixwazin li ser meseleya hebûna Îranê li herêmê biaxivin. Ev ne karê we ye. Ev herêmê me ye. Tu çima li vir î?"

 

Rêberê îranî di berdewamiya axiftina xwe de got, Tehran tenê dê bi welatên din ên herêmê re li ser vê mijarê biaxive.

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May vê dawiyê teqez kiribû ku welatê wê jî wel Amerîkayê ji kiryarên Îranê yên li Rojhilata Navîn bitirs e lê Îranê gotibû, ti pêwendiya hebûna wê ya li Rojhilata Navîn bi peymana nûklerî re tine.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.