WHO: Em derbarê vaksîna Koronayê ligel Rûsyayê diaxivin
Êvara îro roja sêşemê 11.08.2020an WHOyê derbarê vaksına nexweşiya Koronayê ya Rûsyayê ragihand ku ew ligel Rûsyayê di peywendiyê de ne.
A+A-
Berdevkê Rêxistina Tendirustiya Cihanê (WHO) Tariq Jasareviç, di konferansa rojnemevanî de axivî û aşkere kir derbarê vaksîna nexweşiya vîrusa Koronayê ew ligel Rûsyayê di peywendiyê de ne. Herwiha ew li benda wê yekê ne ku ew vaksîna Rûsyayê ji çend qonaxên din jî derbas bibe û ew ê hemû zanyariyên li ser vaksînê bi silametî ji Rûsyayê werbigirin.
Herwiha Tariq Jasarevîç, aşkere jî kir wan berê jî bo bikaranîna vaksîna Koronayê nexşerê diyar kiribû her kîjan welat ji welatekî vaksînê bistînê beriya bikaranîna vaksînê divê aliyên peywendîdar berpirsiyariya wê vaksînê li xwe werbigirin.
Îro Serokê Rûsyayê Vladimir aşkere kir ku welatî wê vaksîna nexweşiya Koronayê peyda kiriye û keça wî jî ew vaksîn bikaraniye.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.