1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. WHO dê 35 milyon dolar alîkariya 8 navçeyên Sûriyê bike
WHO dê 35 milyon dolar alîkariya 8 navçeyên Sûriyê bike

WHO dê 35 milyon dolar alîkariya 8 navçeyên Sûriyê bike

A+A-

Rêkxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) plan dike ku alîkariya navçeyên bakur û rojavayê Sûriyê bi 35 milyon dolar bike

Rêveberê Herêmî yê WHOyê Mehmûd Zahir ragihand, WHO bernameyeke giştî bi 35 milyon dolar ragihandiye û armanc jê zêdekirina amadekariyên rûbirûbûna Korona ye li 8 navçeyê bakur û rojavayê Sûriyê.

Rêveberê Herêmî yê WHO herwiha ragihand ku bername ji aliyê tîmeke 15 kesî ve tê çavdêrîkirin, li gor gotina wî, li navçeyên bakur û rojavayê Sûriyê, 306 navendên tendirustiyê hene, 203 amûrên henasedanê û 347 text li wan navendên tendirustiyê hene.

Mehmûd Zahir aşkere jî kir, ji bo her 10 hezar kesan, 8 karmendên tendirustî hene.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.