1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. WHO: Bi pêbendbûna tedbîran em dikarin xwe ji qedexeya çûn û hatinê dûrbixin
WHO: Bi pêbendbûna tedbîran em dikarin xwe ji qedexeya çûn û hatinê dûrbixin

WHO: Bi pêbendbûna tedbîran em dikarin xwe ji qedexeya çûn û hatinê dûrbixin

A+A-

 Berpirsa Teknîkî ya Rêxistina Tendirûstiya Cîhanî (WHO) Bo Rûbirûbûna Coronayê dibêje, tenê bi pêbendbûna tedbîrên tendirûstiyê ew dikarin xwe ji qedexeya çûn û hatinê biparêzin.

055-012-004-005.png

Di civîna çapemeniyê yab rojane ya rêxistinê de Maria Van Kerkhove got. “Ez dizanim ew biryar giran in ku didin, lê ji bo parastina cane hevdû, divê em ji cihên qerebalix û cihên girtî dûrbikevin û em bi xwe jî xwe ji hev dûrbixin.”

Maria pêbendbûna bi tedbîrê tendirûstiyê wek qurbanîdan binav kir, lê got: “Divê em hemû wê qurbaniyê bidin daku neçarî qedexeya çûn û hatinê nebin.”

Ev gotinên Maria Van Kerkhove di demekê de ne ku hejmara pêketiyên Coronayê zêde dibe, welat qedexeya çûn û hatinê radighînin û hejmara mirina bi wê vîrûsê milyonek û 165 hezar kes derbas kiriye, pêketî jî gelekî biklez ber bi 44 milyon kes diçe.

Berpirsa Teknîkî ya WHO bo Coronayê dibêje: “Em dikarin xwe ji qedexeya seranserî dûrbixin, em dikarin xwe ji tedbîrên dijwar dûrbixin eger her yek li cihê xwe pêbend be. Wek Rêveberê Giştî amaje pê daye, divê ferd qurbanî bide. Çendîn navçe hene li Ewropa û Amerîkaya Bakur bi taybetî, çendîn tişt hene em dikarin bikin. Wan biryarên rojane didin ku dibêjin xwe ji cihên qerebalix biparêzin, heta demeke dirêj li cihên girtî nemînin, hinek civînan bo demeke din paşbixin, ev bi xwe qurbanîdan in û divê em hemû bidin. Lê ev biryarên giran in ku her yek ji me dikare bo jiyaneke xweş bidin daku em bikaribin temasê kêm bikin û kêmtir jî bi vîrûsê bikevin.”

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.