1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Wezîrîya Siḥḥetê ya Filistînê: Krîza Dermanan a li Ẍezzeyê Nexweşxaneyan kir Goristan
Wezîrîya Siḥḥetê ya Filistînê: Krîza Dermanan a li Ẍezzeyê Nexweşxaneyan kir Goristan

Wezîrîya Siḥḥetê ya Filistînê: Krîza Dermanan a li Ẍezzeyê Nexweşxaneyan kir Goristan

A+A-

 

Wezîrîya Siḥḥetê ya Filistînê ya li Ẍezzeyê hişyar kir ku ji tunebûna derman û alavên tibbî ji ber dorpêça li ser Rêza Ẍezzeyê nexweşxane dibin goristan.

 

Qenala têlevizyonî ya Libnanê Elmeyadîn di xebera xwe ya li ser mijarê de xuyand ku ji ber ji alîyê rejima sîyonîst a Îsraîlê ve her car birrandina elektrîkê jî xizmeta ji nexweşên nexwexşaneyan re divê nikare were kirin û jixwe ji ber ku destûra ketina dermanan û alavên tibbî jî nexweşxane bûne goristan û roj bi roj jimara nexweşên mirî bêtir dibe.

Wezîrîya Siḥḥetê ya Filistînê ya li Ẍezzeyê da xuyandin ku bebekekî çar rojî Kerem Ebû Ewwadê şênîyê Beytleḥyayê qurbanê paşîn ê krîza ê krîza dermanan a li Rêza Ẍezzeyê bûye.

Wezîrîya Siḥḥetê ya Filistînê di xuyandina belavkirî ya li ser mijarê de bebekê çarrojî Kerem Ebû Ewwad ji ber nebûna dermanê bi navê Calfactantê yê ji bo sendroma nexweşînên standina bîhnê bi bebekên zûbûyî re mir.

Serekê Beşa Xwedîkirina Nexweşên Giran ê Nexweşxaneya Elşîfayê Nasir Bulbul gazî kir ku dermanê bi navê ji bo zarokên di beşê de razandî dermanên divên û nexasim jî dermanê Calfactant were peydekirin.

Di xuyandinê de ji bilî van hat eşkere kirin ku berê jî ji ber di nexwexşaneyê de tunebûna dermanan berê jî pênc bebekên zûbûyî mirine.

Bulbul got ku dermanê navbuhurî tê berdan cegerên bebekên bi wan re ji ber nûbûyînê teşqeleya bêhnstandinê heye.

Di nava meha çûyî de di Nexweşxaneya Hîva Sor a YMʕE (Yekîtîya Mîrîtîyên ʕEreban) a li Ẍezzeyê bebekê pêncrojî yê bi navê Ebû Hîlal jî ji ber tunebûna heman dermanê miribû.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

                

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.