1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Di hejmara testan de me milyonek derbas kir"
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Di hejmara testan de me milyonek derbas kir"

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Di hejmara testan de me milyonek derbas kir"

A+A-

Wezareta Tendirustiyê daxuyand ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 615 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 120 hezar û 204an. 93 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest da, hejmara miriyan bi giştî gihişt 3 hezar û 174an.

Herwiha di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 4 hezar û 846 kesan hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 48 hezar û 886an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 42 hezar û 4 test hatinkirin. Di vê çarçoveyê de 2 hezar û 615 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.

Di 24 saetên dawîn de 93 nexweşan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest da û 4 hezar û 846 nexweş rehet bûn. Bi giştî milyonek û 33 hezar û 617 test hatine kirin. Hejmara pêketiyan gihişt 120 hezar û 204an. 1514 nexweş di beşa nexweşiya giran de û 803 nexweş jî girêdayî ventîlatorê ne. Hejmara nexweşên ku rehet bûn gihişt 48 hezar û 886an.

- Wezîr Koca: Pêdivê di pabendiya rênimayan de em pêdagîr bin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe de got, "Di hejmara testan de me milyonek derbas kir. Zêdebûna di hejmara pêketinan de weke ku tê çaverêkirin e. Kêmbûna hejmara testan jî berdewam bû. Kêmbûna hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de û yên entube didome. Em bi asanî nehatin vê astê. Pêdivê di pabendiya rênimayan de em pêdagîr bin. "

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.