1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Dane nîşan didin ku şewb di bin kontrola me de ye"
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Dane nîşan didin ku şewb di bin kontrola me de ye"

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Dane nîşan didin ku şewb di bin kontrola me de ye"

A+A-

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca: "Di têkoşîna dijî şewbê de veşartina zanyariyan, kirdareke weke şewbê xeter e. Heke pêbawerî nebe, mirov nikare zora şewbê bibe. Di têkoşîna xwe de roj bi roj em serkeftîtir dibin, em li pêşin. Dane nîşan didin ku şewb di bin kontrola me de ye. Dema em tedbîran cîbicî bikin rêjeya mirinê dadikeve, dema em tedbîran cîbicî bikin hejmara nexweşan kêm dibe."

Wezîr Koca got, "Haliyen bi dagirtîbûna ji sedî 30ê em xizmetê didominîn. Ev nîşan dide ku em di tedawiyê de encamên serkeftî bi dest dixin. Tevî hebûna pandemiyê nuha hem odeyên servîsê û hem jî yên beşda nexweşiya giran, ne bi qender beriya pandemiyê dagirtî ne. Li Tirkiyeyê rêjeya pêketina pnomoniyê, wate zaturreyê roj bi roj kêm bû. Li Tirkiyeyê her ji 3 qeryolan 1 dagirtiye. Li Ewropayê qeryole hemî dagirtî ne, ferq ev e. Tirkiye, bi ji sedî 2,3yê yek ji wan welatan e ku rêjeya mirinê li wan herî nizm e. Ev nîşan dide ku em tedawiyeke bi bandor dikin."

Wezîrê Tendirustiyê Koca derbarê mirinên ji ber Kovîd-19ê got, "Em tabloyeke safî dibin, li cîhanê roj bi roj zêde dibe, lê li Tirkiyeyê tabîl e. Bi saya teşxîsa pêşwext û tedawiya tesîrdar, hejmara nexweşên me yên beşa nexweşiya giran û yên entube kêm dibe. Li gorî pîvana pabendiya rênimayan û tevgera hişyar dê teqwîma normalîzebûnê dereng nemîne. Ji bo ku heta cenjê û piştî derbasî pêvajoya bi qedeme bibin, pêdivê em pabendê rênimayan bin. Nexweên entubeyê de ji sedî 58ê daketin derdora ji sedî 10ê. Ev nimûneya wê yekê ye ku em encamên serkeftî ji tedawiyan distînin. Di vê çarçoveyê de bimîne, emê pêleke din nebînin. Pêla nû, bi pabendiya rênimayan re eleqedar e."

Wezîr Koca derbarê îdiayên New York Timesê got, "Nûçeya mewzilbehs nûçeyeke wisa ye ku ji bo dijayetiya Tirkiyeyê hatiye çêkirin. Me heta îro zanyariyên şefaf dane WHOyê, wekî ku WHO dixwaze me da û em didin."

Koca ji bo îdiayên derbarê hejmara mirinên ji Kovîd-19ê yên li Stenbolê jî wiha got, "Yê ku belgeyên mirinê amade dike, hekîmeke wê saziyê ye. Wezaret ji vê derê ve teşxîsê danayne. Yê belgeyê amade dike hekîmên me ne ku em hemî bi wan bawer in. Pêdivê em hemî şanaziyê bi pergala tendirustiya Tirkiyeyê bikin. Bawer bikin, xebatkarên me yên tendirustiyê û hekîmên me di vê serdemê de destan nivîsandin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.