1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Wezîrê frensî ji bo Efrînê serdana Moskowa û Tehranê dike
Wezîrê frensî ji bo Efrînê serdana Moskowa û Tehranê dike

Wezîrê frensî ji bo Efrînê serdana Moskowa û Tehranê dike

Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji bo çareseriya pirsgirêka Efrîn û Sûriyeyê wê serdana Moskowa û Tehranê bike.

A+A-

 

 

Operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê ku li hemberî daye destpêkirin meha xwe derbas kir û Fransa jî hewl dide têkeve dewrê. Li gor zanyariyan Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji bo çareseriya pirsgirêka Efrîn û Sûriyeyê wê serdana Moskowa û Tehranê bike.

 

Wek tê zanîn Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê sê welatên garantor ê pêvajoya Astanayê ne. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Wezîrê Derve Wezîrê Jean-Yves Le Drian operasyona leşkerî ya Efrînê rexne kiribûn.
Jean-Yves Le Drian îro di axaftineke xwe de ragihand ku bi daxwaza Serokomarê Macron ji bo hevdîtina bi aktoran re ez ê serdana Moskwa û Tehranê bikim.

Çavkaniyekî dîplomatîk li Moskowayê di axaftina xwe ya Spûtnîkê de ragihand ku dibe wezîrê frensî hefteya pêşiya me serdana herdu welatan bike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.