
Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Hewlêr û Bexdayê dike
Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Fransayê Yves Le Drian di çend rojên pêş de wê serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike.
A+A-
Li gor daxuyaniya nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî, Wezîrê Derve Jean Yves Le Drian hefteya pêşiya me wê serdana Hewlêr û Bexdayê bike.
Elî Dolemerî di axaftina xwe ya KDP Înfo de got: "Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian di 12-14ê Sibatê de wê tevlî Konferansa Avabûna Iraqê ku li Kuweytê tê lidarxistin bibe. Beriya konferansê jî wê serdana Hewlêr û Bexdayê bike."
Dolemerî di berdewamiya axaftina xwe de behsa helwesta erênî ya Frasayê li hemberî çareseriya krîza navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got: "Rêvebiriya Parîsê ji bo çareseriya krîzê ji serî ve helwesteke erênî nîşan daye û di serdana xwe de wê hevdîtinên girîng pêk bîne."
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.