1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Wezareta Pêşmerge: Lîwaya 20 a Pêşmerge diçe navçeyên Kurdistanî
Wezareta Pêşmerge: Lîwaya 20 a Pêşmerge diçe navçeyên Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge: Lîwaya 20 a Pêşmerge diçe navçeyên Kurdistanî

A+A-

Wezareta Pêşmerge ragihand, Lîwaya 20 a Wezareta Pêşmerge bi lîwayeke din a artêşa Iraqê re dê tevlî hev bibe û 2 lîwayên hevbeş dê jê werin avakirin, ji bo li navçeyên Kurdistanî yên Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil û Mexmûrê werin bicihkirin.

Di nivîsekê de ku îmzeya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser e, razemendî daye ku Lîwaya 20 a Wezareta Pêşmerge bibe ser bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ve.

Supasalarê Pêşmerge yê Operasyonan Qareman Şêx Kemal ji K24ê re aşkere kir, di çarçoveya rêkeftina Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê de, 2 lîwayên hevbeş ji Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê tên avakirin, Wezareta Pêşmerge jî Lîwaya 20 ji bo vê mebestê diyar kiriye, ji bo biçe ser bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ve, ta ku ligel lîwayeke din a artêşa Iraqê, 2 lîwayên hevbeş bêne pêkanîn û li Kerkûk, Deşta Mûsilê, Mexmûr û Xaneqînê bi cih bibin.

Qareman Şêx Kemal destnîşan kir jî, derbarê erk û mûçe wan her du lîwayan de, Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê di demeke nêzîk de dê bicivin û rêkeftina dawî bikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.