1. HABERLER

  2. BİLGİ VE HİKMET

  3. WERİN EM Jİ DİL DUA BİKİN/Mele Dawud
WERİN EM Jİ DİL DUA BİKİN/Mele Dawud

WERİN EM Jİ DİL DUA BİKİN/Mele Dawud

A+A-

Bûxarî û Muslîm hedîsekî Pêxember bi şiklekî çîrokane rîwayet dikin:

Sê heb rêvî ji bona şeva xwe derbaskin xwe dispêrin şikeftekî. Sibê wexta hişyar dibin, mêze dikin kû zinarek mezin derîyê şikeftê girtîye. Dikin nakin zinarê ji ber derîyê nikarin dûrbixin. Sê heval di nav xwe da dişêwirin. Dibêjin kû: ‘‘Em bi qeweta xwe vî zinarî nikarin dûrbixin. Li der kes tune kû ji me re alîkarî bike an bîne. Werin em destê xwe ji Xweda re vekin û di umrê xwe de me ji bona riza Wî re çi qencîyek heri baş kirîye, bikin wesîle. Ew çax belkî Xweda were ber kerem û rehmê, me ji vê tengasiyê derîne.’’ Li ser vê biryarê yek ji wan mirovan destê xwe li ber Xwedê vedike û dibêje:

‘‘Ya Rebbî! Wek Tu dizanî, dotmamekî min hebû. Min jê pir hez dikir. Tu peya wek min wî qe hez ne dikir. Rojekî ji min sed dînar pere xwest. Min hema pere kire bêrîka xwe û çûm ber malê wî. Dotmam mebesta min tavilê fehm kir, û ji min re got: ‘‘Ji Xwedê bitirs! Dest navêje namûsa min. Min ev xirabî heq nekiriye.’’ Û li ber min gerîya. Li ser vê gotinan min pere da dest û tu xerabî lê nekir. Bi lez ji malê derketim der.

Ya Rebbî! Ger ev hereketa min sirf ji bona qezenc kirina rizaya te be, derîyê şikeftê ji me ra veke.’’

Li ser vê duayê, zinarê li ber derî şikeftê hebkî vebû û sê heval tîrêjên rojê pir xweş dîtin.

Dûv re hevalê din destê xwe vekir û wusa dua kir:

‘‘Ya Rebbî! Wek Tu dizanî, dayik û bavê min kal û pîr bune. Dema her şev ez diçim malê, ewilî şîrê bav û dayika xwe dida vexxwarin., paşê diçûm xwarina zar û zêçe xwe didam. Rojekî ji daristanê bi derengî vegeriyam malê. Dema ji bona şir bidim vexwarin, mêze kir dê û bavê min razane. Hetta kû min şîr neda dê û bavê xwe, xwarina zar û zêçê xwe jî neda. Hetanî serê sibê destê min de tasa şîr hişyarbûna wan ez pam. Wexta hişyarbûn hema şîr dane wan. Dûvre çûm bal zar û zêçên xwe.

Ya Rebbî! Ger ev hereketa min sirf ji bona qezenc kirina rizaya te be, derîyê şikeftê ji me ra veke.’’

Li ser vê duaya zilamê duyemîn, derîyê şikeftê hebkî din vebû. Lê ev vebûn ji bo derketina hersê hevalan qîm ne dikir.

Dûv re hevalê sêyemîn destê xwe vekir û wusa dua kir:

‘‘Ya Rebbî! Wek Tu dizanî, demeki çend karkerên min hebû li bal min dixebitîn. Wexta karên xwe qedandin, min heqê wan çiqas pere girtibe dan ew karkeran. Lê tenê ji wan yek ji ber kû çend deqqe zû ji kar veqetiya bû, pereyên wî min nikaribû bida. Pereyên wî zilamî li bal min sekinî. Min ev pere xebitand. Pere pir û pir bû. Rojek hat kû ev pereyê hindik bû serwet û saman. Piştî zemanek dûr û dirêj ev zilam derket pêş min û got: ‘‘Ey Evdê Xwedê! Kanî ew pereyên min bide.’’ Ez jê re gotim: ‘‘ev deve, çêlek, mîh û bendeyan (kole) hemû ji pereyên te hate holê, giş yên tene.’’ Zilam li hember bersîva min şaş bû. Bi hêrs got: ‘‘Gelo tu bi min qerfa xwe dikî.’’ Min bersîv lê da: ‘‘Nexêr! Ez bi te qerfa nakim. Gotina min hemû rast in.’’ Li ser vê axaftinê zilam hemû malên xwe rakir û çû.

Ya Rebbî! Ger ev hereketa min sirf ji bona qezenc kirina rizaya te be, derîyê şikeftê ji me ra veke.’’

Li ser vê duaya dawîn, zinarê mezin ji ber deriyê şikevtê vekişîya. Ew her sê heval bi selametî ji hundur derketin der.

Gelî Xwûşk û Birayên Hêja! Werin em jî ji dıl DUA bikin. Li ber Rehma Xwedê Qenciyên xwe bikin wesîle.
Ji nexweşiyên maddî û menewî re derman,
Ji bindestan re Serfkeftin,
Ji nezanan re Xwendin,
Ji zaliman re Cehennem,
Ji gûnehan re Tewbe,
Ji dijminatî re Aşitî,
Ji tengasîyan re ferehî,
Ji teralîyê re Xebat,
Bixwazin, Bixwazin, Bixwazin….

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.