1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Welatên Ewropî dîsa dest bi vegerandina penaberan kirine
Welatên Ewropî dîsa dest bi vegerandina penaberan kirine

Welatên Ewropî dîsa dest bi vegerandina penaberan kirine

Federasyona penaberan ya Iraqê ragihand, welatên Ewropî dîsa dest bi şandina bi zor ya penaberên Iraqî û Başûrî kirine.

A+A-

Nûnerê federasyona penaberan ya Iraqê li Herêma Kurdistanê, Arî Celal ji BasNewsê re got, welatên Ewropî dîsa dest bi şandina bi zor ya penaberên Iraqî û Kurdistanî kirin. Îro malbatek kurd, ku sê sal bû li Hollanda bû, bi darê zorê hat vegerandin.

Arî Celal her wiha got, ew malbata kurd 12 rojan li firokexaneya Hollanda girtî bû, îro bi awayekî gelekî kirêt hat vegerandin.

Nûnerê federasyona penaberan ya Iraqê nîgeraniya xwe li hember şandina penaberan bi darê zorê nîşan da û got, ev qeder dê were serê bi hezaran penaberên Iraqî bi taybet yên kurd. Ji ber ku şandina bi darê zorê, rewşa derûnî ya gelek kesan xirab bûye, zêdetirî 10 penaberan xwe kuştiye yan jî hatine kuştin, ji ber wê jî divê hikûmetên Iraq û Kurdistanê demildest çareyekê ji vê rewşê re bibînin.

Heta niha çend caran welatên Ewropî penaberên Iraqî bi taybet yên kurd bi darê zorê vegerandine.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.