
WELATÊN EREBAN NAXWAZIN QETER MAZUVANÎYA 2022 YÊ BIKE
Li gorî rapora ku The Localê weşandi Serokê Ferderasyona Futbola Navnetewî Gîannî Înfînîto: Erebîstanê u 5 welatên ereban naxwazin Qeter mazuvaniya 2022 ya FÎFA yê bike, ji ber ku Qeter pişgiriya terorê dike. Ev welate dixwazin welatekî din mazuvaniya 2022 ê bikin.
Înfînîto li gorî raporê got: Erebîstan, Yemen, Morîtanya, Mîrên Ereban, Bahreyn u Misir di daxwaznameyên xwe da dibêjin hebuna Qeterê di lîsteya reş da ji ber alîkariya wê ya terorê ye. Hewceye FÎFA li gorî maddeyê 85 yê makezagona xwe mazuvaniya Qeterê betal bike u mazuvaniyê FÎFA yê ya 2022 ê bidin welatekî din.
Li gorî gotinên Înfînîto ev welate dibêjin heke FÎFA li hemberî vê daxwazê derkeve ev welate wê daxwaznameya xwe bidin welatên din yên endam u bi reya wan qedera mazuvaniyê belu bikin.
Welatên ereb dibêjin jiyana futbolîstan u temaşevanan di xeterê da ye u Qeter herêma leşkerî ya terorîsta ye. Welatên ereb bi gotinên xirab dibêjin: Heke mazuvaniya Qeterê neyê betal kirin gelek welatên ereb û misilman wê ambargoyê danin ser vê qupayê.
Înfînîto di derheqê daxwaza betalbunê da viha axift: Qanunên FÎFA yê di vê meselê da aşkerane u hewceye li benda civîna bê bimînin. Guherîna mazuvanîyê berî niha jî çêbuye. Sala 1986 ê mazuvanî ji Kolombiyayê çoye Meksîkayê. Anku berî niha jî tiştên viha çêbune.
♦ ufkumuzhaber/kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.