1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Wekîlên Kurdistanê« û »Cografyaya kurdî« bû problem
Wekîlên Kurdistanê« û »Cografyaya kurdî« bû problem

Wekîlên Kurdistanê« û »Cografyaya kurdî« bû problem

A+A-

Parlamenterê DTP-ê Sirri Sakikî duhî li Parlamentoya Tirkiyeyê dema ko behsa Kurdistanê kir ji tirsa qanûnên Tirkiyeyê got »Cografyaya kurdî«. Mehmet Şandirê MHP-ê rexne li vê gotinê girt û Sirri Sakikî jî got wî ji bo vê gotinê berê bedel daye.

Li Tirkiyeya siyasî ya îro navê herêma Kurdistanê wekî »Rojhilat« û »Başûrê-rojhilatê« derbas dibe û kurd dixwazin navê Kurdistanê yê cografî û dîrokî bi kar bînin. Lê belê heger kesek bibêje »Kurdistan« li gor qanûnan ew dikare wekî cidaxwaz bêt tawanbar kirin û lewra jî Sirri Sakikî formûleka ortê dîtiye û dibêje »Cografyaya kurdî«.

Arîkarê serokê grupa parlamenterên MHP-ê Mehmet Şandirî anî bîra cihgirê serokê parlamentoyê ko çênabe Sirri Sakik vê gotinê bi kar bîne û wî jî got »ev ne îfadeyeka rast e û li Tirkiyeyê her kes li her cihî dijît«. Sirri Sakikî jî got: »Min ji bo vê bedel daye, didim û talibê danê me.« Sirri Sakikî anî bîra wan ko avakerê komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturkî jî bêjeya »Kurdistanê« bi kar aniye û got:

— Mustafa Kemal Ataturkî di dema xwe de ji parlamenterên kurd yên li parlamentoyê re digot »wekîlên Kurdistanê« û ji parlamenterên laz re jî digot »wekîlên Lazistanê«.

Di demekê kurt de TRT dê dest bi weşana bi zimanê kurdî bike û bi îhtimaleka pir mezin kurdên ko beşdarî programan dibin dê gelek caran dema ko behsa welatê xwe dikin bibêjin »Kurdistan« û nebêjin »Başûrê-rojhilatê«. Mirov mereq dike ka TRT dê çawa wan gotinan di weşanên zindî de belav bike.

Ya herî meqûl serbestkirina navê Kurdistanê ye û çawa li Tirkiyeya siyasî ya îro zimanê kurdî di TRT-yê de dê bêt bi kar anîn divêt wisa jî navê Kurdistanê serbest bibe da di minaqeşeyan de xelk serê xwe bi kelîmeyan ve neêşînin û bi nêveroka meseleyê ve mijûl bibin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.