1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Washington Post: Kurd dema ku bihêz dibin êrişî hev dikin!
Washington Post: Kurd dema ku bihêz dibin êrişî hev dikin!

Washington Post: Kurd dema ku bihêz dibin êrişî hev dikin!

Rojnameya Washington Post a amerîkî amaje bi alzoiyên vê dawiyê yên navbera PDKê û Tevgera Goranê kiriye û nivîsandiye: “Kurdên Iraqê her dema ku bihêz bin êrişî hev dikin.”

A+A-

Berpirsê berê yê ofîsa Washington Post li Bexdayê û Berpirsê niha yê ofîsa Beyrût a wê rojnameyê, Loveday Morris derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de nivîsek di vê rojnameyê de belav kiriye û tê de ragihandiye, ji ber wan aloziyên wê dawiyê rewatiya serkirdatîkirinê li Kurdistanê ketiye bin pirsyarê.

Loveday Morris dibêje: “Kurdên Iraqê her dema ku hêza wan ber bi zêdebûnê ve diçe, şerê hevdu dikin.”

Derbarê kirîza niha ya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê de jî, ew nivîskar dibêje: “PDK niha Tevgera Goranê wek sedema çêbûna tundûtîjiyan tohmetbar dike û Gorran jî PDKê bi qorixkirina (monopolkirina) desthilatê tohmetbar dike.”

Nivîskarê amerîkî, herwiha radigihîne: “Ew alozî berhemê kirîzên aborî yên wê herêmê (Herêma Kurdistanê) ne ku tê de dibe çend meh ku mûçeyên fermanberan paşketiye û arîşeya dirjkirina wîlayeta Barzanî jî bûye mezintirîn arîşeya wê herêmê.”

Loveday Morris dide xuyakirin: “Di heman demê de rewatiya serkirdatiya kurd ketiye bin pirsyarê. Dema ku Serok Mesûd Barzanî tohmetbar e bi hewldan bo dirêjkirina dema serokatiya xwe bi awayeke neyasayî, ew jî di demekê de ku di meha Tebaxê de wîlayeta wî bidawî hat.”

Rojnameya Washington Post herwiha behsa wê jî kir, ku  ew kizîên niha li Herêma Kurdistanê tên dîtin, heman rengvedana 20 sal berî niha ye, dema ku kurd li wê herêmê xwediyê du îdareyan bûn, yek li Hewlêrê û ewa din jî li Silêmaniyê.

Pisporê siyaseta Rojhilata Navîn, Profesor Garis Stansfield di vê bareyê de ji wê rojnameya amerîkî re ragihandiye: “Ew rewşa siyasî ya Kurdistanê wek rewşa salên 1994 û 1995an xirab e, dema ku hêzên kurdî dest bi şerê navxweyî kirin.”

Nivîskar Loveday Morris di berdewamiya raporta xwe de ragihandiye: “Ewa ku niha tekane hêviya arambûna rewşê ye, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ye. Lê belê wiha nayê dîtin ku YNK bixwaze di vî demî de dest ji Tevgera Gorranê berde, ku dibe ew yek jî kirîzek din çêbike.”

Di raportê de tê gotin, zêdebarî wê çendê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê dest bi şandina petrol bo derve û firotina petrolê bi awayeke serbixwe kiriye, lê belê bi dahata petrol nekariye mûçeyê fermanberên xwe dabîn bike û ew yek jî kirîz kûrtir kirine, ji ber ku Hewlêrê ligel Bexdayê arîşe hene û Bexda bûdceyê nade Hewlêrê.

Morris di beşeke din a raporta xwe de dibêje: “Kurd her çiqas li wê herêmê bi hev re nêzîkî 600 mayl (yanî 1050 km) ji DAIŞê diparêzin, lê belê heya niha nekarîne yekgirtî bin, çimkî beşek ji hêzên pêşmerge di jêr fermnaa PDKê de ye û beşa din jî di jêr fermana YNKê de ye. Şerê siyasî jî bandoreke xirab li ser wî şerî dibe ku pêwîst e kurd li dijî DAIŞê bikin.”

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.