1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Warêla nefta Brent bi 42,86 dolarî ye
Warêla nefta Brent bi 42,86 dolarî ye

Warêla nefta Brent bi 42,86 dolarî ye

A+A-

Warêla nefta Brent duh derket 42,50 dolarî û dû ra bi 41,85 dolarî roj temam kir. Warêla nefta Brent îro serê sibê ji saet 09.31î pê va li gor duh ji sedî 2,41 zêde bû û derket 42,86 dolarî.

Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 40,41 dolarî hat firotin.

Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) û welatên dervayî OPECê di meha nîsanê da biryar dabûn ku hilberîna neftê ya rojane 9,7 milyon warêl bê kêmkirin. Dema vê peymanê ya kêmkirina neftê heta dawiya meha tîrmehê hat dirêjkirin.

Dirêjkirina dema peymanê jî tesîr li ser bihayê neftê kir û bihayê wê zêde bû.

Li gorî daneyên şîrketa xizmetê ya qada neftê Baker Hugesê ku hefteyê carekê diweşîne, hejmara bîrên sondajê yên neftê yên li Amerîkayê di hefteya 30yê Gulanê-5ê Hezîranê da li gorî hefteya derbasbûyî 16 kêm bû û daket 206an û 12 hefteyan ser hev kêm bû. Di nav vê demê da tevahî 477 heb bîr kêm bûn.

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.