1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Volkswagenê weberhênana xwe li Tirkiyê rawestand
Volkswagenê weberhênana xwe li Tirkiyê rawestand

Volkswagenê weberhênana xwe li Tirkiyê rawestand

A+A-

Kompanyaya almanî ya Volkswagen a berhemanîna otomobîlan ragihand, ku ji ber êrîş û binpêkariyên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) wan biryar daye weberhênana xwe li Tirkiyê rawestînin.

Berdevkê kompanyaya Volkswagenê ragihand, ew gelek ji êrîşên Tirkiyê yên li ser bakurê Sûriyê û kuştina welatiyên sivîl nîgeran in û tekez kir, ew ji nêzîk ve û bi hûrî çavdêriya rewşê dikin.

Komapnyaya Volkswagenê daye xuyakirin, ji ber êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, wan biryar daye ku çêkirina navenda xwe ya berhemanîna otomobîlan li Tirkiyê paş bixin, ku biryar bû bi bihayê 1.4 milyar dolar bihê vekirin.

Volkswagen dixwaze li ser asta cîhanê weberhênana xwe zêdetir bike û asta firotina otomobîlên xwe li welatên Asyayê zêde bike, bo vê armancê jî biryar bû ku navendeke din a berhemanîna otomobîlan li Tirkiyê veke, ku bi wê yekê hejmara navendên wê kompanyayê li seranserê cîhanê dibe 123 navend.

Ji ber êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê, zextên herêmî û navdewletî li ser Tirkiyê her ku diçe berfirehtir dibe.

Êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê îro derbasî roja heftem bûye û di roja heftem de artêşa Tirkiyê bi giranî bajarê Serê Kaniyê topbaran dike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.