1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Volkswagen 662 hezar otomobîlên xwe ji bazaran vedikişîne
Volkswagen 662 hezar otomobîlên xwe ji bazaran vedikişîne

Volkswagen 662 hezar otomobîlên xwe ji bazaran vedikişîne

A+A-

Bi sedema pirsgirêkên teknîkî, kompaniya Volkswagen a Almanî bi sed hezaran berhemên xwe ji nav bazaran kom dike û ragihand ku piştî çareserkirina pirsgirêkên teknîkî, ew dê ji nûv re wan otomobîlan vegerînin bo xwediyên wan.

 

Kompaniya Volkswagen ragihandiye, rêjeya herî zêde ya otomobîlên ku rastî kêşeyên teknîkî hatine, li bazaraên Amerîkayê hatine firotin.

 

Wê kompaniya Almanî bang li kiryarên xwe kir û diyar kir ku divê 662 hezar û 185 otomobîl bêne komkirin û kêşeyên teknîkî yên di wan otomobîlan de bêne çareserkirin.

 

Volkswagen tekez kir ku kêşeya sereke di otombîlên elektirîkî de û herwiha di modelên Passat û Atlas de ye, ku di salên 2016-2017 û sala 2018 de hatine berhemanîn.

 

Projeya komkirina û bekişandina wan otomobîlan dê ji sibe Çarşemiyê ve dest pê bike.

 

Herwiha vekişandin û çakkirina wan otomobîlan jî dê bê beramber û li ser xercê kompaniyê bi xwe be.

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.