1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Verşînin: Rûsya amade ye tevlêbûna HSD li artêşa Sûriyê asantir bike
Verşînin: Rûsya amade ye tevlêbûna HSD li artêşa Sûriyê asantir bike

Verşînin: Rûsya amade ye tevlêbûna HSD li artêşa Sûriyê asantir bike

A+A-

 Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Verşînin ragihand ku Rûsya piştgirî dide sazkirina diyaloga navbeyna nûnerên Kurdan û hikûmeta Sûriyê.

Sergey Verşînîn îro li Moskowê di bersiva pirsên rojnamevanan de amaje bi rewşa Sûriyê kir û da zanîn, ku Moskow amade ye gotûbêjên li ser tevlibûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gel artêşa hikemata Sûriyê asantir bike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê li ser planên Amrîkayê yên ji bo avakirina baregehên serbazî yên li Dêrêzorê jî ragihand ku Rûsya her tevgereke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku pê hewil dide hebûna xwe ya serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê xurttir bike, nikare qebûl bike û tekez kir, ku Moskow wan çalakiyên Waşingtonê yên li Sûriyê li dijî hiqûqa navneteweyî dinirxîne.

Sergey Verşînîn di bersiva pirsekî de herwiha da zanîn, Rûsya amade ye ku asankarî ji bo sazkirina diyaloga di navbeyna nûnerên Kurdan û hikumeta Sûriyê de jî  bike.

Verşînîn got: “ Me çendîn car ragihandiye, ku em piştgirî didin bi sazkirina diyaloga di navbeyna nûnerên kurdan û desthilata navendî ya Şamê de û em kurdan weke beşekî jênqetîn a gelê Sûrî dibînin. Rûsya amadeye, li ser hemû mijaran, tevlêbûna Hêzên Sûrî Demokratîk (HSD) li artêşa hikemata Sûrî jî tê, sazkirina diyaloga di navbeyna kurdan û Şamê de asankarî bike.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.