1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Veguhastina perçeyên S-400 bo Tirkiyê bidawî dibe
Veguhastina perçeyên S-400 bo Tirkiyê bidawî dibe

Veguhastina perçeyên S-400 bo Tirkiyê bidawî dibe

A+A-

Îro firokeyên dawî yên Rûsyayê dê dakevin meydana esmanî ya Mûrtedê ya li Enqereyê û pêvajoya radestkirina perçeyên mûşekên S-400 temam dibe.

Mûşek jî dê bi riya keştiyan bo Tirkiyê werin rêkirin. Êdî dê pêvajoya perwerdekirina leşkeran û sazkirina mûşekan destpê bike. 100 leşkerên ku ji bo perwedehiyê çûbûn Rûsyayê dê di sazkirina S-400 de kar bikin.

Pêvajoya radestkirina mûşekên S-400 di 12ê Tirmehê de destpê kiribû û perçeyên wê bi riya firokeyan ji Rûsyayê gihîştibûn Enqerê.

Kirîna mûşekên S-400an ji Rûsya di navbeyna NATO û Tirkiye de aloziyên mezin peyda kirine. Hin pispor dibînin, ku ev proseya destpêkî ya veqetandina Tirkiye ji NATO ye.

Amerîka jî mûşekên S-400 wek sîstemeke neyar dizan e û ji ber vê, dê Tirkiye ji projeya firokeyên F-35 dûr bixe.

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.