1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Uranyûma meyandî ya li Îranê ji 300 kîlograman derbas kir
Uranyûma meyandî ya li Îranê ji 300 kîlograman derbas kir

Uranyûma meyandî ya li Îranê ji 300 kîlograman derbas kir

A+A-

Çavkaniyekê ji ajanseke nûçeyan a Îranê re ragihandiye ku uranyûma meyandî ya 3.67 a Îranê, ji 300 kîlograman derbas kiriye.

 

Roja duşemê pişkinînerên ajansa enerjiya atomî careke din giraniya uranyûma Îranê wezinandin û derket ku ji 300 kîlograman derbas bûye.

 

Meyandina uranyûmê di çend rojên derbasbûyî de ji aliyê Îranê ve zêde bûye, piştî ku Îranê hişyarî da aliyên Ewropî ku divê rêkeftina atomî weke xwe were cîbicîkirin, egerna ji rêkeftinê vedikişin.

 

Berdevkê Ajansa Enerjiya Atomî ya Îranê dibêje ku eger dest bi meyandina uranyûmê bikin, dikarin gelek bilez rêjeya meyandî ji vê ku niha heye, zêdetir bikin.

 

17ê Hezîrana îsal, Berdevkê Ajansa Atomî ya Îranê ragihandibû ku di nava 10 rojan de Îran dê wê rêjeya meyandina uranyûmê ku jê re hatiye diyarkirin, derbas bike.

 

Herwiha îro duşemê Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ragihand ku serê xwe li ber guvaşan natewîne.

 

Waşinton cezayên giran xistine ser kerta aborî û rayedarên payebilind ên Îranê, daxwaz dike ku rêkeftineke nû cihê rêkeftina atomî bigre.

 

Trump dibêje, rêkeftina atomî wisa kiriye ku Îran gelek pere bi dest bixe û ji bo piştgiriya grûpên terorîst bi kar bîne. Îran tohmetên Amerîkayê red dike û qebûl nake ku tevî cezayên bi ser wê de sepandî, danûstandinan bike.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.