1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. UNICEF: Ji bo zarokên Sûrî pêwîstiya me bi 408.6 milyon dolaran heye
UNICEF: Ji bo zarokên Sûrî pêwîstiya me bi 408.6 milyon dolaran heye

UNICEF: Ji bo zarokên Sûrî pêwîstiya me bi 408.6 milyon dolaran heye

A+A-

Rêxistina UNICEF a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ragihandiye, îsal ji bo gihandina alîkariyan bi penaberên Sûriyê pêwîstiya wan bi 408 milyon û 600 hezar dolaran heye.

Roja Yekşembê 11ê Îlona 2022an, Fona Alîkariyê Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve derbarê rewşa mirovî ya penaber û zarokên Sûriyê di 6 mehên yekem ên îsal de raportek belav kir.

UNICEF daxwaza 971.8 milyon dolaran kiriye ji bo ku di sala 2022 de alîkariya penaberên Sûriyê bike. Lê wek ew dibêje ji van pereyan 408.6 milyon dolar nehatiye peydakirin.

Rapor behsa rewşa penaberên Sûriyê li Iraq, Tirkiye, Lubnan û Urdunê dike. Li gor raporê di 6 mehên yekem ên îsal de, hejmara penaberên tomarkirî yên Sûriyê li wan her 4 welatan gihiştiye 5 milyon û 564 hezar kesan.

UNICEF dibêje heta 30 Hezîrana 2022 hejmara penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê gihiştiye 263 hezar kesan ku ji sedî 97ê wan li parêzgehên Herêma Kurdistanê ne. UNICEF herwiha dibêje ji sedî 37ê penaberên Sûriyê yên li Iraq û Herêma Kurtdistanê di kampan de û ji sedî 63ê wan jî li nav bajaran dijîn.

Li gor UNICEFê pêdiviya bi kêmanî 108 hezar û 940 zarokên penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi alîkariyên mirovî heye.

Di raporta UNICEFê de hatiye gotin ku 3 milyon û 650 hezar koçberên Sûrî li Tirkiyê hene, milyonek û 869 hezar û 199 ji wan zarok in û pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye.

UNICEF dibêje, 730 hezar û 806 zarokên Sûrî li dibistanên Tirkiye navên wan tomarkirî ne. Lêkolîn li ser 3 hezar û 500 cihên kar li Tirkiyê hatiye kirin, eşkere bûye ku 2 hezar û 300 zarokên koçber li wî welatî kar dikin. 

Li Lubnanê, UNICEFê daxwaza 198 milyon dolaran dike ji bo ku alîkariya koçberên Sûriyê bike û dibêje pêwîstiya 3 milyon û 200 hezar penaberên Sûrî û xelkê Lubnanê jî bi alîkariya mirovî heye ku 997 hezar ji wan zarok in.

Li Urdunê jî, UNICEF daxwaza 192.1 milyon dolar dike ji bo ku alîkariyên mirovî bigihîne zarokên penaber û malbatên wan. Her li gor rapora UNICEFê, 1.3 milyon penaberên Sûrî li Urdunê hene, 675 hezar û 433 ji wan jî zarok in. Ev jî dibe ji sedî 48.5ê tevahiya penaberên Sûrî li wî welatî.

Herwiha dibêje heta niha 132 hezar û 819 penaberên Sûrî li kampên Urdunê dijîn. UNICEF herwiha dide zanîn ku pêdiviya 235 hezar û 629 zarokên penaberên Sûrî li wî welatî bi alîkariyên mirovî heye.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.