1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Tûra şeşemîn a civînên Komîteya Destûra Sûriyeyê dest pê kir
Tûra şeşemîn a civînên Komîteya Destûra Sûriyeyê dest pê kir

Tûra şeşemîn a civînên Komîteya Destûra Sûriyeyê dest pê kir

A+A-

Li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê tûra şeşemîn a civînên Komîteya Destûra Sûriyeyê bi serokatiya Nûnerê NYyê yê Taybet yê Sûriyeyê Geir O. Pedersen dest pê kir.

Endamên "Koma Piçûk" ku ji rejima Esed, saziyên civaka sivîl û mixalefeta Sûriyeyê ji her yekî 15 nûner hene û ji nivîsîna destûrê berpirs e, bi dema Tirkiyeyê dora saet 10.00an li Cenevreyê dîsa hatin cem hev.

Aliyan berî ku rûniştinên roja ewil ên komîteyê dest pê bikin, pêşniyazên xwe yên li ser destûra nû ya Sûriyeyê pêşkêşî NYyê kirin.

Li NYyê her wisa ji ber şewba Kovîd-19ê tedbîrên taybet hatin wergirtin û alî jî dê dora nîvro dest bi rûniştina ewil bikin.

Rojeva sereke ya civînên tûra şeşemîn jî wekî "amadekirina reşnivîsa destûra Sûriyeyê" hat kifşkirin.

Nûnerê Taybet Pedersen duh di civîna çapemeniyê da wiha gotibû, "Herdu hevserok niha ne tenê di mijara amadekirina reforma destûrê da her wisa di mijara destpêkirina amdekirina reşnivîsa destûrê da jî hemfikr in. Bi rastî tişta ku ji bo vê hefteyê nû ye, ew e ku em ê dest bi amadekirina reşnivîsa destûrê ya ji bo reforma destûrê Sûriyeyê bikin."

- Bahra û Kuzbarî cara ewil li ser heman maseyê ne

Di civînan da hevserokatiya mixalifan Serokê berê yê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger ên Sûriyeyê Hadî el Bahra, hevserokatiya rejimê jî hiqûqnas Ehmed Kuzbarî dike ku di komîteya ku destûra berî niha amade kiribû da jî cih girtibû.

Bahra û Kuzbarî duh li Ofîsa NYyê ya Cenevreyê bi pêşengiya Pedersen cara ewil li ser heman maseyê hatibûn cem hev.

Civînên Komîteya Destûra Sûriyeyê dê roja înê bi dawî bibin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.