1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Tunusîyan Kartê Zer Nîşa Hikimetê Da
Tunusîyan Kartê Zer Nîşa Hikimetê Da

Tunusîyan Kartê Zer Nîşa Hikimetê Da

A+A-

 

 

Li Tunusê ji ber teybîrên teserrufê û butçeya 2018 yê Xelkê Tunusê derkefte kolanan û bi kartên zer hikimet protesto kir.

Ji ber teybîrên teserrufê û butçeya 2018 yê Xelkê Tunusê bi kartên zer di roja çarê ya protestoyan da hikimet şermizar kir.

Çalakiya ji alîyê Hereketa ''Em Li Benda Çi Ne'' ya bi nêzîkatiya Bereya Gelê Tunusê ya partiya muxalefetê ve hatiye amadekirin da nêzîkê 200 kesan beşdar bun.

Tunusî ji bihayê tiştan û bêkariyê gelek acizin.

Rahma Bensalem, jina ciwan, sedema protestoyan viha bi lêv dike: Wekî hun dibînin, nîva rojê ye ruyên me aşkera ne, em bi aştiyane hikimetê protesto dikin. Em li hemberî polîtîkayên hikimetê yên aboriyê ne. Armanca me ya qulipandina hikimetê nîne. Em dixwazin biryarnameya bê dad ya dixwaze bacê zêde bike bê betal kirin.

Gelê Tunusê kursiya serokkomarê berê yê Zeynel AbîdînBîn Alî ya 25 salî dewam kiri berî niha 7 salan qulipandi bu û hikimdariya wi bi dawî anî bu. Lê rêvebriya niha jî ne bi dilê Xelkê Tunusê.

Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Karên Hundir heta niha ji 700 kesan zêdetir çalakvan hatine girtin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.