1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. TSK Binarê Qendîl û devera Biradost bombebaran dike
TSK Binarê Qendîl û devera Biradost bombebaran dike

TSK Binarê Qendîl û devera Biradost bombebaran dike

A+A-

 

Bi tohmeta hebûna binke û baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), firokeyên şer ên Tirkiyê Binarê Qendîl û devera Biradost bombebaran dikin.

 

Peyamnêrê Rûdawê ji navçeya Soranê ragihand ku sê firokeyên şer ên Tirkiyê ji saet 20:00ê ve derbasî esmanê Başûrê Kurdistanê bûne û bi awayekî sift hejmarek gund û bilindahiyên Binarê Qendîl û devera Biradost a li sînorê parêzgeha Hewlêrê bombebaran dikin.

 

Herwiha Qeymeqamê Navçeya Rewandizê Kiwêstan Ehmed jî ji Rûdawê re ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê, gundên Sergelî, Kelekî Baleyan û bilindahiyên Zargelî bombebaran kirine û ji ber vê yekê tirs û nîgeranî li cem niştecihên wan deveran çêbûye.

 

Li ser sînorê Biradost jî, Rêveberê Bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rûdawê re eşkere kir ku bilindahiyên Xwakurik, Gelê Reş û bilindahiyên Şapan hatine bombebarankirin.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.