1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. TRUMP WÊ PEYMANA NUKLEER YA LI GEL ÎRANÊ BETAL BIKE
TRUMP WÊ PEYMANA NUKLEER YA LI GEL ÎRANÊ BETAL BIKE

TRUMP WÊ PEYMANA NUKLEER YA LI GEL ÎRANÊ BETAL BIKE

Donald Trump wê 12 yê cotmehê li ser Rojhilatanavîn axaftinekê bike û behsê planekî berfireh yê li ser Îranê jî aşkera bike.

A+A-

 

Hate zanîn Serokê Emerîkayê Donald Trump amadekariya betal kirina peymana sala 2015 ê di heyama Serokê Emerîkayê yê berê Barack Obama da hatiye îmza kirin dike.

 

Di nuçeyeke rojnameya Washîngton Post ya Emerîkayê da hate nivîsîn Trump plana betal kirina peymana nukleer ya li gel Îranê hatiye îmza kirin dike. Sedema wê jî ewe ku peyman ne li gorî berjewendiyên Emerîkayê ye û wê were betal kirin.

Li gorî nuçeyê, Donald Trump wê 12 yê cotmehê li ser Rojhilatanavîn axaftinekê bike û behsê planekî berfireh yê li ser Îranê jî aşkera bike.

Hate gotin dibe ku Tump bêje: Me dawiya peymana li gel Îranê kiri anî. Hewceye heta 15 ê cotmehê Trump di derheqê peymana nukleer ya Îranê da raporekê bide meclisê û berî vê civîna meclisê biryara betal kirina peymanê û bernameyeke berfirehtir pêşkêşî meclîsê bike.

Sanders: Seroki biryara xwe ya dayî û di demekî musaîd da dê vê biryarê aşkera bike. Di rojeva seroki da stratejiyeke berfireh ya li ser Îranê wa heyî. Di vê meselê da bi komeke şahreza dixebite.

♦ ufkumuzhaber/kurdî

 

 

 

                        

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.