1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Trump û Erdogan rewşa Idlibê gotûbêj kirin
Trump û Erdogan rewşa Idlibê gotûbêj kirin

Trump û Erdogan rewşa Idlibê gotûbêj kirin

A+A-

Serokên Amerîka û Tirkiyê derbarê rewşa Idlibê de peywendiyeke telefonî encam dan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro peywendiyeke telefonî encam dan.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Trump û Erdogan di wê peywendiyê de rewşa parêzgeha Idlibê gotûbêj kirin.

Herwiha li gor zanyariyên ku ajansa Anadolê belav kirine, Erdogan di wê peywendiyê de amaje bi rêkevtina Soçiyê kiriye û tekez kiriye ku dive hêzên hikûmeta Sûriyê ji wê deverê bên derxistin ku di çarçova rêkevtina Soçiyê de hatiye destnîşankirin.

Her li gor wê ajansê serokên herdu dewletan hevnêrîn bûne li ser rêlibergirtina ‘karesateke mirovî’ li Idlibê.

Koşka Spî jî derbarê wê peywendiya telefonî de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Trump "êrişa asmanî ya rejîma Sûriyê şermezar kiriye û serxweşî li Erdogan kiriye ji ber leşkerên ku di wê êrişê de canê xwe ji dest dane."

Koşka Spî jî derbarê wê peywendiya Trump û Erdogan de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hatiye tekezkirin ku dive Rûsya û hikûmeta Sûriyê operasyonên serbazî rawestîne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.