1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Trump: Fransayê mafê nûneratîkirina Amerîkayê li cem Îranê nîne
Trump: Fransayê mafê nûneratîkirina Amerîkayê li cem Îranê nîne

Trump: Fransayê mafê nûneratîkirina Amerîkayê li cem Îranê nîne

A+A-

Serokê Amerîkayê, Donald Trump ragihand, Fransa mafê vê yekê nîne ku li cem Îranê nûneratiya Amerîka bike.

 

Donald Trump got, di reftara li gel Îranê de, tu kesek nûneratiya Amerîkayê nake û Fransayê jî mafê wê yekê nîne, ku nûneratiya Amerîkayê bike.

 

Trump diyar kir, Îran gelek bêhêvî bûye û bi ciddî li pey wê yekê ye ku gotûbêjan li gel Amerîkayê bike

 

Serokê Amerîkayê herwiha destnîşan kir, hinek amaje digihin Îranê ji aliyê hinek kesan ve, di nav wan de Serokê Fransayê Emmanuel Macron ku dixwaze nûneratiya Amerîkayê bike, lê tu kesî ew maf nîne, ji bilî Amerîkayê bi xwe.

 

Amerîka piştî ku sala bihorî ji rêkeftina etomiya bi Îranê re vekişiya, siza û dorpêçên gelek tund bi ser Îranê de sepandiye.

 

Waşington dixwaze, ji nû ve derbarê bernameya etomî û mûşekî yên Îranê û herwiha destwerdanên wî welatî yên li cîhanê û Rojhilata Navîn, bi Tehranê re danûstandinê bike, lê belê heta niha berpirsên Komara Îslamî ew yek red kirine.

 

Fransa hewl dide, Îranê han bide ku pabendiyên xwe yên di çarçoveya rêkeftina etomî de cîbicî bike, ew yek di demekê de ye, ku heta niha Îranê bi du pêngavan, pabendiyên xwe yên di rêkeftina etomî de, kêm kiriye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.