1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Trump: Em naxwazin rêjîma Îranê biguhêrin
Trump: Em naxwazin rêjîma Îranê biguhêrin

Trump: Em naxwazin rêjîma Îranê biguhêrin

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, Amerîka hewla guhartina rêjîma Îranê nade, belkû dixwaz rê li ber Îranê bigire ku nebe xwedî çekê atomî.

A+A-

Donald Trump di konferanseke rojnamevanî li Tokyo bi Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe re ragihand, ew ti carî naxwazin ziyanê bigihînin Îranê, belkû ew naxwazin Îran bibe xwedî çekê atomî.

Trump got: Ez bawer im emê rêkeftinekê bikin. Karînên aborî yên mezin ji Îranê re hene û ezê rê bidin ku di qonaxekê de wê yekê nîşan bide.

Herwiha Trump pesnê Îraniyan da û got: Îran dikare bi wê rêjîmê re bibe dewleteke mezin. Em hewl nadin rêjîma Îranê biguhêrin. Em dixwazin Îran bê çekê atomî be.

Piştî Amerîka kirîna petrola ji Îranê qedexe kir û keştiya firokehilgir û mûşekavêj şandin navçê, di navbera her du welatan alozî derketiye. Amerîka dibêje, heger Îran çi gefê li berjewendiyên wê bike, dê rastî bersiveke tund bê.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.