1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Trump: Dema wê hatiye Kurd biçin deverên petrolê
Trump: Dema wê hatiye Kurd biçin deverên petrolê

Trump: Dema wê hatiye Kurd biçin deverên petrolê

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîteke nû de ragihand, “Dema wê hatiye Kurd biçin deverên petrolê.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê Rojavayê Kurdistanê û rewşa Kurdan de twîttên nû belav kirin.

Donald Trump di twîtteke xwe de ragihand ku berî ku ew deverên petrolê li Sûriyê bi alîkariya Kurdan bên kontrolkirin, di destê DAIŞê de bûn û got, “Em qet rê nadin DAIŞ careke din vegere wan deveran.”

Donald Trump di twîtteke din de jî got ku ew ji axaftina li gel Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî gelek kêfxweş dibe û diyar kir ku Mazlûm Kobanî tiştên ku Amerîkayê kirine hêja dibîne û got, ““Ez jî tiştên ku Kurdan kirine hêja dibînim. Dibe ku dema wê hatibe Kurd biçin deverên petrolê.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump berî niha aşkere kiribû ku ew dê hejmareke serbazên xwe ji bo parastina bîrên petrolê li Sûriyê li gel şervanên HSDê bihêlin. Trump berî wê jî di twîtteke xwe de gotibû ku ew dê Kurdan li deverên petrolê bicih bikin.

Donald Trump duh jî aşkere kiribû ku bo cara duyem peywendiyeke telefonî li gel Fermandarê Giştî yê HSD General Mazlûm Kobanî encam daye û gotibû, “General Mazlûm mirovekî bêhempa ye” û herwiha aşkere kiribû ku ew dixwaze li gel Mazlûm Kobanî bicive.

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî jî ragihandibû ku Serokê Amerîkayê soz daye ku ew li ser piştevaniya HSDê berdewam be û herwiha spasiyên xwe pêşkêşî Trump kiribûn ji bo hewldanên wî yên sekinandina êrişên Tirkiyê.

Jibilî deverên petrolê, Amerîkayê leşkerên xwe yên li herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê vekişandibûn û li cihê wan hêzên rûsî derbasî nav hejmareke bajarên Rojava bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.