1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Trump: Çînê dikarî rê li ber koronayê bigire
Trump: Çînê dikarî rê li ber koronayê bigire

Trump: Çînê dikarî rê li ber koronayê bigire

A+A-

Serokê Amerîkayê dibêje, Çînê dikarî rê li ber koronayê bigire, lê yan nexwestiye rê lê bigire yan jî nekarî ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di kongreyeke rojnamevanî ya rojane de gelek rexne li Çînê girtin ji ber ku vîrusa koronayê li bajarekî wî welatî belav bûye û niha jî zêdeyî 3 milyon û 400 hezar kes pê ketine.

Rojnamevanekî pirsyar ji Trump kir ku zavayê wî ku hevdem şêwirmendê bilind ê Trump e jî, gotiye bersiva Amerîkayê bo koronayê serkeftineke mezin bûye, Trump mijar guhert û êrîş bire ser Çînê.

Donald Trump dibêje, “Ez bi belge diaxifim, zavayê min li ser wan tiştan naaxife ku ez îro behs dikim. Ku ez berdewam li ser wan diaxifim. Ku ew jî mirin e. Bi rastî tişta ew welat tê re derbas dibe, tişta ew cîhan têre derbas dibe karesat e.”

Serokê Amerîkayê di dewama gotinên xwe de rexne li Çînê girtin û got, “Bi aşkereyî dibêjeim; Dibû ji çavkaniyê rê li ber vî tiştî were girtin. Bi nerîna min dibû bi asanî rê li ber vêna bihata girtin ku Çîn welatekî pêşketî ye û dikarî nehêle belav bibe. Yan wan nekarîne, yan nexwestine bikin. Cîhan ji destê vê êşê dikişîne.”

Ev di demekê de ye ku hilbijartina serokatiyê li pêşiya Amerîkayê ye û belavbûna koronayê jî bandoreke mezin li aboriya Amerîkayê kiriye ku ev ne bi dilê kampanyayên hilbijartina Serokê Amerîkayê ye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.