1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Trump bo xelkê Amerîkayê: Netirsin û gelek tiştan nekirin
Trump bo xelkê Amerîkayê: Netirsin û gelek tiştan nekirin

Trump bo xelkê Amerîkayê: Netirsin û gelek tiştan nekirin

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz ji xelkê welatê xwe dike, ji vîrusa Koronayê netirsin û gelek tiştan nekirin. Trump ji xelkê Amerîkayê re dibêje, rewşê bi hêsanî werbigrin û bi gotina wî ev rewş dê derbas bibe.

Donald Trump roja Yekşemê 15ê Adarê di konferanseke rojnamevanî de li Koşka Spî diaxivî, ji xelkê welatê xwe re got: “Pêwîst nake ku gelek tiştan bikirin, bi hêsanî werbigirin, tenê bêhna xwe vedin. Xelk diçin û gelek tiştan dikirin. Tê bîra min di dema gotûbêja me de, Doug F Walmart got, niha xelk gelek ji dema Krîsmisê bêtir tiştan dikirin, tenê bêhna xwe vedin û em karên mezin dikin û hemû ew tişt dê derbas bin”.

Trump herwiha xelkê welatê xwe jî piştrast kir, ku ti pirsgirêke di dabînkirina kelûpel û pêwîstiyan de dernakeve û tekez kir, ew dê hemû tiştan dabîn bikin.

Trump got: “Ew xelkên ku em pê re diaxivin, karên bêhempa kirine. Ew pêwîsityên xelkê dabîn dikin û wek mîlên demjimêrê kar dikin eger ku pêwîst bike. Herwiha ew pabend in bi wan cihên ku xizmeta wan dikin, ku demeke zêde ye bi awayekê gelek baş xizmeta wan dikin”.

Li gor amarên fermî yên hikûmeta wî welatê, heta niha li Amerîkayê 3 hezar û 782 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û 69 kes ji wan jî canê xwe ji dest dane, herwiha 73 kes jî baş bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.