1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Trump Balyozê Amerîka li Bexdayê diguhêre
Trump Balyozê Amerîka li Bexdayê diguhêre

Trump Balyozê Amerîka li Bexdayê diguhêre

Koşka Spî ya Amerîka ragihand, Serokê Amerîka Donald Trump balyozekî nû bi navê Matthew Tueller li cihê balyozê niha Douglas Silliman li Bexdayê destnîşan dike.

A+A-

 

Douglas Silliman ji sala 2016an ve wek Balyozê Amerîka li Bexdayê kar dike, lê rêveberiya Serok Trump dixwaze Balyozê Amerîka yê li Yemenê Matthew Tueller bixe şûna wî.

 

Douglas Silliman di heyama bûrî de wek Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett MacGurk kar dikir, tê rexnekirin ku di wê dema wî de rola Îranê li Iraqê bihêztir bûye.

Di wê çarçovê de, parlemanterê berê yê Iraqê Mîsal Alosî di konferansekê de li Washingtonê gelek rexne li Douglas Silliman girt û got: “Ewên nûnertiya Balyozxaneya Amerîka dikin, ligel Brett McGurk, Fermandarê Feyleqa Qudis a Pasdarên Îranê qebûl kirine.”

Serok Barzanî jî di hevdîtina ligel kenala “al-Jezeera” a Qeterî de li ser rola Amerîka di pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê de gilî li rola Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir ku ji berjewendiyên Bexdayê re alîgir bû.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.