1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. TRT-ya kurdî bi Gulşen Orhanê hestên Mele Mistefa Barzanî anî bîra kurdan
TRT-ya kurdî bi Gulşen Orhanê hestên Mele Mistefa Barzanî anî bîra kurdan

TRT-ya kurdî bi Gulşen Orhanê hestên Mele Mistefa Barzanî anî bîra kurdan

A+A-

TRT-ya kurdî duhî êvarî li Enqereyê bi galayekê dest bi weşana xwe ya normal kir û hinermendên kurd Rojîn û Nîlufer Akbalê hem birêveberiya galayê kir û hem jî bi stranên xwe wan kurd li ber ekranên televizyonê girêdan. Lê belê stêra galayê hemşehriya şairê kurd Feqiyê Teyran ya ji bajarê Miksê û parlamentera AKP-ê ya Wanê Gulşen Orhan bû.

Gulşen Orhanê bi cilûbergên xwe yên elegant, bi kurdiya xwe ya paqij û zelal û bi esilzadetiya xwe ya sade û bi strana »Dotmamê« kurd vehejandin. Deng û rengê Gulşen Orhanê siyasetmedarê kurd Dengir Mir Mehmet Firat hewqasê bi heyecana ruhê kurdayetiyê rûgeş û bextewar kir ko ew ji kêfan ji ser kursiya xwe rabû û wî ji Gulşen Orhanê re li çepikan xist.

Berî hefteyekê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê di civîneka digel hinermedên kurd de behsa babê xwe rêberê kurd Mele Mistefa Barzanî kir û got:

— Cenabê Barzanî ko sala 1958-ê ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya, piştî çend rojekî daxwaza dîtina çar kesan kir û got ka wan bo min bînin, ew jî Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Tahir Tewfîq û Elî Merdan bûn. Barzaniyê nemir di wextê xwe de li radyoya Kurdî ya Bexdayê ko li Moskovayê jî derdiket guhdarî dikir û ji wan re got: Çend caran li ber stranên we rondikên çavê min hatine xwarê.

Mele Mistefa Barzanî ji ber zilm û zordariya Iraqê çûbû Rûsyayê û li wêderê di radyoya dewleta dijmina xwe de guhê xwe dida Mihemed Arif Cizîrî û rondikên çavên wî dihatin xwarê.

TRT-ya kurdî jî herçend kanaleka dewleta Tirkiyeyê be û Tirkiyeyê heta niho zilmeka mezin li miletê kurd kiribe jî ew bi vê weşana xwe ya kurdî xizmeta ruhê milî yê kurdî dike û kesên wekî Dengir Mir Mehmet Firatî li ber strana Gulşen Orhanê dikarin kelogirî bibin û ji heyecana kêfxweşiyê bifirin.

Duhî êvarî li Stockholmê li mala nivîskarê kurd Mistefa Aydoganî, romannivîsê kurd Hesenê Metê, çîroknivîsê kurd Enwer Karahan, siyasetmedar Lutfî Baksî û şefredaktorê Nefelê Arif Zêrevanî bi hev re li galaya TRT-ya kurdî temaşa kir.

Piştî strana Gulşen Orhanê, romannivîsê kurd yê naskirî Hesenê Metê xwe negirt û bi heyecaneka kurdî got:

— TRT-ya kurdî ya kê dibe bila bibe, Gulşen Orhan jî di kîjan partiyê de dibe bila bibe, ev esaleta kurdî ye, ev dengê kurdî ye, ev strana kurdî ye û ev ruhê kurdî ye.

Di sohbetê de hemfikiriyek hebû ko TRT-ya kurdî dê qedrê kurdan bilind bike, dê qedrê zimanê kurdî û nemaze zaravayê kirmancî bilind bike û dê baweriya kurdan ya bi ziman, kultur û nasnameya xwe zêde bike.

Ji bo guhdarîkirin û temaşakirina strana »Dotmamê« bi dengê stêra kurdî ya nû Gulşen Orhanê li ser vêderê bitikîne. [dotmam - vîdeo]


-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Kultur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.