1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Tirkiyê nûnerê YNKê ji Enqerê derxist
Tirkiyê nûnerê YNKê ji Enqerê derxist

Tirkiyê nûnerê YNKê ji Enqerê derxist

A+A-

 

Nûnerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê yê li Tirkiyê ji wî welatî hat derxistin û bo Herêma Kurdistanê hat şandin.



 

Medyayên YNKê ragihandin: “Nûnerê YNKê li Tirkiyê, Behroz Gelalî ji ber wan arîşeyên ku di navbera YNKê û Tirkiyê de hene, bo Herêma Kurdistanê hatiye şandin.”

YNKê bi fermî hêj li ser mijarê ti daxuyanî nedaye. Herwiha medyayên ser bi vê partiyê ve jî zelal nekirine, ku çi pirsgirêk di navbera YNKê û Tirkiyê de hene.

Gelalî û malbata wî êvariya îro çarşembiyê 23ê Tebaxê gihîştine bajarê Silêmaniyê.

 

Ev yek di demekê de ye, ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Aliyên pêwnedîdar ên Tirkiyê heta niha derbarê vê mijarê de ti daxuyanî û zelalkirinek nedane.

 

 

 

RUDAW

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.