Tirkiye mêvandariya lûtkeya sêalî ya li gel Rûsya û Îranê dike
A+A-
Berdevkê Serokomariya Îbrahîm Kalin ragihand ku meha bê, lûtkeya sêalî ya welatên garantorên Sûriyê dê were encamdan.
Îbrahîm Kalin di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Meha Tebaxê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan, dê lûtkeya sêalî ya welatên garantorên Sûriyê li Tirkiyê birêve biçe û serokên Rûsya û Îranê beşdar bibin.”
Kalin ragihand: “Di civînê de pirsa Idlibê û deverên din ên Sûriyê, pêvajoya siyasî ya Sûriyê, damezrandina Komîsyona Nivîsandina Destûrê û vegerandina penaberan dê werin gotûbêjkirin.”
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin herwiha eşkere kir: “Tîmên serokatiyê yên hersê welatan ji bo destnîşankirina rojeke encamdana lûtkeyê, dixebitin.”
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.