1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Tirkiye îro li ser operasyona rojhilatê Firatê biryar dide
Tirkiye îro li ser operasyona rojhilatê Firatê biryar dide

Tirkiye îro li ser operasyona rojhilatê Firatê biryar dide

A+A-

Encumena asayişa niştimanî ya Tirkiyê (MGK) li ser şerê PKKê û operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê dicive.

Encumena asayişa niştimanî ya Tirkiyê dê îro bi serokatiya serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser çend mijarên kirîtîk bicive.

Li gorî medyaya Tirkiyê, yek ji wan mijaran şerê PKKê û operasyonên li hember wê rêxistinê ye.

Mijareka din ya ku dê di civîna han de were axaftin û biryar li ser were dayîn, operasyona li hember Rojavayê Kurdistanê û YPGê ye.

Şeva borî Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar ji Wezîrê Berevaniya Amerîka re ragihandibû, eger ew li ser pêkanîna herêma aram li rojhilatê Firatê (beşek ji Rojavayê Kurdistanê) li hev nekin ewê bi tena serê xwe wê herêmê pêk bînin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.