1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Tirkiye hemwelatiyên xwe ji Çînê derdixe
Tirkiye hemwelatiyên xwe ji Çînê derdixe

Tirkiye hemwelatiyên xwe ji Çînê derdixe

A+A-

 Balafira Tirkiyê ku ji bo vegerandina welatiyên Tirkiyê çûbû bajarê Wuhan yê Çînê, ji wî bajarî derket. 

Çavkaniyên Wezareta Berevaniyê yaTirkiyê ragihandin balafira kargo ya leşkerî ya Tirkiyê ku ji bo derxistina welatiyên xwe çûbû bajarê Wuhan, ji wî bajarî derketiye. 

Li gorî da xuyaniya Wezareta Berevaniyê ev balafir din bin tedbîrên tund yên pizîşkiyê de çûye bajarê Wuhanê û welatiyên Tirkiyê bi xwe re anîne lê aşkere nekiriye ka li kîjan balafirxaneya Tirkiyê dê dakeve.

Ev di demekê de ye ku Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca dibêje li ser 11 hezar welatiyên Çînî ko serdana Tirkiyê kirine lêkolîn hatine kirin û ew li ser çi kesî rastî virusa Koronayê nehatine.

Wezîrê Tendirustiyê banga aramiyê dike û diyar dike ku ew ê li ser virusa Koronayê gelek caran daxuyaniyên fermî bidin û bila welatî bawerî bi agahiyên bêbingeh û ji rastiyê dûr neynin. Heta niha li Tirkiyê tu haletên vîrusa Koronayê nehatine dîtin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.