1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ‘Tirkiye di sînorê xwe û Îranê de dîwar lê dike!’
‘Tirkiye di sînorê xwe û Îranê de dîwar lê dike!’

‘Tirkiye di sînorê xwe û Îranê de dîwar lê dike!’

Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di nivîasa xwe îro de ragehand, Tirkiye wê li sînorê xwe û Îranê dîwarekî çêbike.

A+A-

Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe ya îro de got: "Piştî referandumê bûyerên ku di siyasetê de diqewimin bi baldarî têne şopandin. Dizwazim 24 seetan navberekê bidim siyasetê û pêşveçûnên k udi tekoşîna terorê de dibe ez wan bigihînim we. Tirkiye bi êrişa terora nesla nû re rûbirû ye. Ji bo bergiriyên nû yên tekoşîna terorê ez bi kesekî paye bilind re axivîm."

Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Tirkiye ji bo ku rê li ber êrişên xwekujî û çalakiyên bombeyî yên PKK û DAIŞê bigire li sînorê xwe û Sûriyeyê dîwar ava kiribû. Tirkiye vêga jî wê li sînorê xwe û Îranê dîwar ava bike."

Selvi di dirêjiya gotara xwe de got: "Kampên PKKê yên Mako, Dambat, Navur, Kotr, Kanîreş û Şehidan li sînorê Tirkiye yê Îranê hene. Li van kampan derdora 800-1000 çekdar dimînin. Ev têne Tirkiyeyê û çalakiyan dikin. Dema ku artêşa tirk li ÇiyayêTendurekê operasyonan dike ev çekdarên PKKê diçin van kampan. Ji bo ku rê li ber vê bigirin li sînorê Agirî û Îdirê wê 70 kîlometro dîwar were bilindkirin û yên mayîn jî wê bi kuleyên çavdêrî û bi telan were girtin. Û ji serî hetanî dawî dê were ronîkirin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.