1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Tirkiyê 104 welatiyên xwe yên din ji Efxanistanê veguhestin
Tirkiyê 104 welatiyên xwe yên din ji Efxanistanê veguhestin

Tirkiyê 104 welatiyên xwe yên din ji Efxanistanê veguhestin

A+A-

 Piştî Kabula paytexta Efxanistanê ket kontrola Talibanê, Tirkiyê jî welatiyên xwe yên ku dixwestin vegerin, bi firokeyan vediguhêze û  şeva borî 20ê Tebaxê bi firokeyeke kargoyê ya Hêzên Esmanî ya Tirkiyê 104 welatiyên din jî hatin.

Veguhestina welatiyên Tirkiyeyê ji Kabulê berdewam e. Şeva borî 104 welatiyên din jî ku li herêma ewle ya Firokxaneya Navdewletî ya Kabul Hemid Qarzaî bûn bi firokeyeke tîpa C-130-Herkul ya Hêzên Artêşa Tirkiyê hatin veguhestin.

Ji hatina Talibanê ya Efxanistanê û heta niha ji herêma ewle ya leşkerî ya Tirkiyê zêdetirî 600 welatiyê Tirkiyê hatine veguhestin.

Piştî Tevgera Talibanê Kabula paytexta Efxanistanê kontrol kir, dewletên cîhanê ji bo veguhestina welatiyên xwe ji wî welatî ketin liv û tevgerê.

Dewletên cîhanê ji roja 15ê Tebaxê ve bo veguhestina welatiyên xwe û Efxaniyên bo wan kar kirine dest bi xebatê kirine. Di çarçoveya van xebatan de heta niha bi hezaran kes ji Efxanistanê bo cihên ewle hatine veguhestin.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.