
Tirbeya Ehmedê Xanî di binê avê de ma
A+A-
Barana ku li Bazîdê barîya bû lehî û herêma kevnar tevlî tirbeya Eḥmedê Xanî û Koşka Îsḥeq Paşayî di binê avê de ma.
Li Bazîda nêzî Agirîyê do êvarê baran barîya û ji ber lehîyê avê ji besta hin çeman ve avêt derve.
Piştî lehîyê av ji lehfên herêmê hat û axê bi xwe re şemitand.
Rêya tirbeya Eḥmedê Xanî û Koşka Îsḥeq Paşayî di binê ḥerîyê û kevirên zinarî de ma û avê bi ser hundir û baxçeyê tirbeyê de girt.
♦ufkumuzhaber/Kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.