1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Tevgera eskerî ya li dijî Ẍezeyê dûr nîne
Tevgera eskerî ya li dijî Ẍezeyê dûr nîne

Tevgera eskerî ya li dijî Ẍezeyê dûr nîne

A+A-

 

Avîgdor Lîbermanê wezîrê derve yê Îsraîlê got tevgereke-operasyoneke eskerî ya berfireh a li dijî Xêza Ẍezeyê ji bo tevahîya Îsraîlîyên bivê nevê ye. Wek bijareyeke paşîn bikarhatina wê îḥtîmaleke dûr nîne.

 

Lîberman ji qezeteya Yedîyot Axewonotê re axaft.

Lîberman got niha bi Ẍezeyê re hîç rawestandineke şerî tune ye. Me roja Şemîyê ji Ḥemasê re peyameke-mesajeke gelek eşkere û fehmkirî şand.

Ev peyam ne devkî, bi çalaki bû.

Hîvîya min ew e ku peyam gihîştibe cîhê xwe.

Niha gok-top di qada wan de ye.

Çapemenîya Îsraîlê ḥefteya çûyî ji qumandanên rejimê hin zanyarî standibûn. Li gora zanyarîyan, sepeya-ordîya Îsraîlê tu car naxwaze ji ber firokeyên agirvêxistinê tevlî şerekî li dijî Ẍezeyê bibe.

Lîberman gef li Xêza Ẍezeyê xwar û got li ber tevgerê-operasyonê, digel ku bijan û êş be jî hîç astengeyek tune ye, ji ber ku ew naxwazin ev rewş êdî weha be.

Bînyamîn Netanyahûyê serekwezîrê Îsraîlê serî li qesebeya Sîderota şênîyên cihû xist û got di çarçoveya rawestandina-sekinandina şerî de firokên agirvêxistinê û pelqik-balon tune ne.

Ji alîyê din ve, navgînên-wesayîtên asîmanî yên bêpîlot do êrîşî du herêmên Xêza Ẍezeyê kirine.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

                              

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.