1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ''Tenê hikûmeta Kurdistanê bûdcê dide me''
''Tenê hikûmeta Kurdistanê bûdcê dide me''

''Tenê hikûmeta Kurdistanê bûdcê dide me''

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm dibêje, tenê Hikûmeta Kurdistanê bûdcê dide Kerkûkê.

A+A-

 

 

Îro bi merasimekê pirek nû li Kerkûkê hat vekirin. Pire bi navê fermandeyê şehîd yê Pêşmerge Şêrko Şiwanî hatiye çêkirin. Qirdeleya pirê ji aliyê parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ve hat jêkirin.

Piştî jêkirina qirdeleyê, Necmedîn Kerîm bersiva pirsên rojnamevanan da. Kerîm li ser bûdceya Kerkûkê got, Bexda dînarekî jî nade Kerkûkê tenê hikûmeta Kurdistanê mehane 10 milyon dolar dide me, ew jî diravê petro-dolarê ye.

Fermandeyê Pêşmerge şehîd Şêrko Fatih Şiwanî, roja 31 Çileya sala 2015 li eniya Kerkûkê û di şerê DAIŞê de şehîd bû.

BasNews 

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.