1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Talîban dê di seranserê cejnê de li Efxanistanê şer neke
Talîban dê di seranserê cejnê de li Efxanistanê şer neke

Talîban dê di seranserê cejnê de li Efxanistanê şer neke

A+A-

 

Piştî ku ḥikûmeta Efxanistanê bêyî şert şer da rawestandin-sekinandin, Talîbanê jî got ew ê di seransera cejna-ʕîda Remezanê de şer nekin.

 

Rawestandina şerî dê sê roj dewam bike û ḥeta vêga hîç nimûneyê wê tune ne.

Di danzanînê de tê gotin ku eskerên welatên biyanî ne di çarçoveya rawestandina şerî de ne û dê tevgerên-operasyonên li dijî wan dewam bikin. Talîbanî got eger êrîşî wan bê kirin ew ê xwe biparêzin.

Di danzanînê de tê gotin ku divên endamên Talîbanê tevlî şahîyên komî nebin, eger bibin dê endêmên wê li wan deran ji alîyê neyaran ve bibin mebest-hedef.

Koşka Serektîya Efxanistanê vê danzanînê erênî nirxand û got hîvîya wan heye ku ev rawestandina şerî bibe sebebê aştîyeke payidar.

Exref Ẍenîyê serekdewletê Efxanistanê gotibû ji roja Pêncşembê ḥeta 20ê Ḥezîranê ew ê şerî bidin rawestandin. Biryar, di kombûneke rîsipîyên dînî de hatibû dayîn.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

          

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.