1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Talebanî: Kek Mesûd di dilê me hemiyan de ye û dê cardî bibe serokê Kurdistanê
Talebanî: Kek Mesûd di dilê me hemiyan de ye û dê cardî bibe serokê Kurdistanê

Talebanî: Kek Mesûd di dilê me hemiyan de ye û dê cardî bibe serokê Kurdistanê

A+A-

Duhî serokomarê Iraqê Celal Talebanî li salona Hunerê ya li Silêmaniyê digel nêzîkî sê hezar pêşmergeyên dêrîn ko ji endamên Komleya Pêşmergeyên Dêrîn yên Kurdistanê û Pêşmergeyên Dêrîn yên PDK-ê pêkhatibû civiya û piştgiriya xwe bo bicihanîna hemî daxwazên wan diyar kir.

Di civînê de Cemîl Hewramî gotara civata bilind ya Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn û Pêşmergeyên Dêrîn yên PDK-ê xwend û got:

— Hemî alî pêşwazî li projeya Mam Celal ya bo reforman dikin ko nuha ketiye qonaxa bicihanînê û em piştrast in ko reform dê tenê bi YNK û PDK-ê û serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê bê kirin, nemaze serok Talebanî û serok Barzanî.

Paşê serokkomar Celal Talebanî di axaftina xwe de behsa hilbijartinan kir û got:

— Nuha hilbijartin li pêş me ne û me hemiyan pêşmergeyê dêrîn yê xweşdivî û têkoşer cenabê Mesûd Barzanî ji bo serokatiya herêma Kurdistanê kiriye namzet, ew dê bi dengên we û xelkê Kurdistanê careke dî bibe serokê herêmê. Ez piştrast im ko kek Mesûd di nav dilê me hemiyan de ye, ne ko tenê di dilê me de ye belkî di wexta pêwîst de têt zarê me jî.

Di civînê de cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê Îmad Ehmed, endamên komîteya navendî ya PDK-ê Ferîdûn Ciwanroyî, Nurî Heme Elî, endamên serkirdayetiya YNK-ê Qadir Hemecan û Mistefa Çawreş jî amade bûn.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.