1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. SUUDÎ EREBÎSTAN Û WELATÊN BERAVÊ ÇIMA DIXWAZIN QENALA EL CEZÎREYÊ BIGRIN
SUUDÎ EREBÎSTAN Û WELATÊN BERAVÊ ÇIMA DIXWAZIN QENALA EL CEZÎREYÊ BIGRIN

SUUDÎ EREBÎSTAN Û WELATÊN BERAVÊ ÇIMA DIXWAZIN QENALA EL CEZÎREYÊ BIGRIN

A+A-

 

 

Tesîra qenala medyaya El Cezîrê ya ku li ser ereb û civakên din ye aşkera ye. Ev qenale bandorê li ser hemu aliyan çêdike. Gelek nuçegihan û rojnamger û aqtivîst û rexnegirên navdar û şareza li vê qenalê dixebitin. Ev qenala ji bo projeyan jî gele ye serkeftî ye.


 

Qenala El Cezîreyê li gor medyayên din di despêkirina bihara ereban û hilweşandina hikimetên ereban da xwediyê roleke giring bu. Di tevlîhevkirinên têkiliyên dewletên herêmê, şerên mezhebî û qrîzên siyasî destê vê qenalê heye.

Îro dema ku Suudî û Welatên Beravê şerê siyasî û aborî û medyayê li hemberî Qeterê despêkirin qenala El Cezîreyê jî îşgal û kuştinên sivîl yên Suudîyan anî ser medyayê. Îro El Cezîre hemu nuçeyên xwe li ser suçên Suudî yên li Iraq, Surye Yemen û Lubnanê çêdike.

Lê şerê mazin yê El Cezîreyê li hemberî Suudîyan mafê mirovaye. El Cezîre niha neheqî û zilmên Suudîyan yên li hemberî welatîyan dike tîne pêş çav. El Cezîre nîşa dide ku ka suudî li Al-Katîf, Al-Avamîye, Al-Mesure u li welat çi zilmê li xelkê dike û çi suçên mazin dike. Suudî niha ji vê mesele gele tangav bune û dixwazin çareyekê ji vê qenalê re peyda bikin. Ev qenale hikimeta Suudîyan gele tangav dike, aciz dike. Suudî dixwazin bandora vê qenalê li ser civakê kêm bike. Lê nikare pêşiya vê qenalê bigre. El Cezîre dixwaze hikimeta Suudî puç bike.

El Cezîre ji seri heta niha ne di hikmê Suudî ya da bu. Ji ber wê jî Suudîyan dijminatiya El Cezîreyê kir.

Suudî talukeya El Cezîreyê baş dizanin. Çi medyayên Suudî qasî qenala El Cezîre tesîr li civakê nekirin. El Cezîre dengê xwe li hemberî Suudîyan bilind kir û fikrên cahîl û nîjadperest yên vehhabiyên terorîst derxist holê.

Şerê di navbera Suudiyan û qenala El Cezîreyê da wê gelek suçên terorê û alîgirên terorê derxe meydanê.

♦ ufkumuzhaber/kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.