1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Sûryê: Hevpeymanan çekên qedexekirî bikar anîne
Sûryê: Hevpeymanan çekên qedexekirî bikar anîne

Sûryê: Hevpeymanan çekên qedexekirî bikar anîne

A+A-

 

Ajansa fermî ya nûçeyên Sûrî (SANA) ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, çekên qedexekirî li Dêra Zorê bikar aniye.

Heman Ajansê diyar kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî bombeyên Fosfora Sipî di êrîşên xwe de li ser devera Hecîn li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê bikar aniye û ew made li ser astê cîhanê qedexekirî ye.

Li gorî Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, şerekî mezin di navbera çekdarên DAIŞê û Hêzên Sûrya Demokrat de, li wê deverê qewimî û nêzîkî 58 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 37 şervanên HSDê cane xwe jidest dane.

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.